ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşketina xebatên navokî yên aşitîxwazane yên Îranê

Alîkarê saziya enirjiya atomî ya Komara islamî ya Îranê got: Pêşketina xebatên aşitîxwazane yên navokî hîn jî didome.

Elî Esqer Zarêan alîkarê saziya enirjiya atomî ya Komara islamî ya Îranê îro şemiyê li rêûrisma vekirina nîşangeha 36-an a desthatên navokî li Zanîngeha Pêşeyî ya Şahrûdê li rojhilata Îranê got: xuliqkarî û geşatiya aşitîxwazane ya navokî û pişkên din ên zanistî bi hevkariya zanîngeh û pêşeyê hetanî pêşketinên zanistî yên welêt didome.

Alîkarê saziya enirjiya atomî ya Komara islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku îdî Amerîka li cîhanê hêzxurt nîne got: Komara islamî ya Îranê pê aqilmendî û dijminnasiya xwe kariye ber bi pêşketina zanistî va bimeşe û roja îro saziya enirjiya atomî nîşana îqtedara nizama islamî ya Îranê ye.

Alîkarê saziya enirjiya atomî ya Komara islamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku birek ji aliyên gotûbêja navokî soz û qirarên xwe gor rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 cih nayînin got: Hema ji destpêka îmzabûna rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 va, ev hêtimala hebû ku welatên wekî Amerîka sozên xwe cih neyînin, loma bona sekinîna li hemberî van cure pîlanan pilanên nû hema ji destpêkê hatibûne berçavgirtin.

Zarêan bal kişande ser ava giran a Îranê û got: Ava Giran ku li Îranê hatiye berhemanîn gelekê baş e û niha bo wan welatan tê firotin ku wextekê hêza zana û alimên îranî bawer nedikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu