AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

‘Serokê tirkmenan: Dema DAIŞ kete Iraqê Erdogan li ku bû?’

Serokê tirkmenên Kerkukê û fermandarê milîsên Heşda Şebî Ebu Mustafa İmami derbarê operasyona Mûsilê û helwesta Tirkiyê de got: “Dema ku DAIŞ kete Iraqê, Erdogan li ku bu?”

Ebu Mustafa İmami wiha axivî: “Em parçeyek ji gelê tirk in. Lê bi hikûmetê re pirsgirêkên me hene. DAIŞ dema kete Iraqê Erdogan li ku bû? Ne ev hikûmet bû, dema DAIŞ kete bajarê Telaferê yê hejmara wê 500 hezar bû, dema gundên tirkmenan bidest xist, vê hikûmetê tenê daxuyaniyeke şermezariyê jî neda. Wê demê li ku bûn? Çima ewqasî sekinîn? Ew kesên il Telaferê hatin qetilkirin ne tirkmen bûn?” İmami diyar kir ku êdî hêza tirkmenan heye û ew ê hemû Iraqê biparêz in û wiha berdewam kir: “Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Me wê demê ji hemû cîranên xwe alîkarî xwest. Me ji bo hemû cîhanê feryada alîkariyê şand. Ew kesên wê rojê agir netefand, îro dema ku dibinin Iraqî wî agirî ditefînin, ma wê Tirkiye niha xwedî li me derkeve? Bi rastî jî wê ew tirkmenan biparêzin? Ev ne parastina bira ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu