IraqNûçeRojhilatanavin

Agirê bîreke petrolê hate kontrolkirin

Agirê li bîrekê petrolê ya navçeya Geyareya Mûsilê hate kontrolkirin û mayinên li derdora bîrê jî hatine paqijkirin.

Berdevkê Wezareta Petrolê yê Iraqê Asim Cîhad bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand; “Tîmên ezdazyarî û teknîkî yên Kompanyaya Petrola Bakûr, bi tevî xirabûna rewşa hewayê jî karîn agirê li bîra jimare 39 ya Kêlgeha Petrolê ya Geyareyê vemirîne.”

Cîhad daxuyand ku piştî vemirandina agir, mayin û bombeyên li derdora bîrê jî hatine paqijkirin.

Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Lebî amaje bi rola tîma agirkujan kir û diyar kir, ku beriya niha jî wan agirê bîrên jimare 72, 46 û 38ê kontrol kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu