IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Bila Tirkiye wek dagirker bê hesibandin

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal duh ragihand, ew daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên li ser şerê Mûsilê ku herdem dubare dike, wek destwerdaneke nexweş di karên navxweyî yên Iraqê de dinirxînin û tehdê li têkiliyên cîraniyê di navbera herdû welatan de dikin.

Herwiha Cemal daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Daxuyanî û helwestên Serokatiya Tirkiyeyê, têkiliyên daxwazkirî di navbera herdû welatan de şêlû û xera dikin, ji ber Tirkiyeyê ew helwest û bangên navdewletî yên bangî kişandina hêzên wan ji Beşîqeya Iraqê û rêzgirtina li serweriya axa Iraqê dikin piştguh kirin.” Ji aliyê din ve, berdevkî bangî Hevbendiya Niştimanî kir ku hêzên Tirkiriyê yên li Mûsilê wek hêzên dagirker bên hesibandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu