IraqNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike

Serokê Partiya Kongreya Gel a Giştî ku li Yemenê desthilatdar e Muhammed Enam ji Sputnikê re axavî û ragihand ku Amerîka ji bo bandorê rewşa li Yemenê bike, mîlîtan ji Iraqê û Sûriyeyê sewqî Yemenê kiriye.

Enam, eşkere kir ku Amerîka ji zû ve ye di şerên li Yemenê de cih digire. Ji Adara 2015an vir ve piştgiriya leşkerî dide Erebistana Siûdî. Êrişên ku jin û zarok jî di nav de jiyana xwe ji dest dan, bi awayekê fermî bû sedem bo mudexaleya

Amerîkayê. Di fermiyetê de bangî têkoşîna li dijî El Qaîde û DAIŞê hat kirin lê, Amerîka wekê li Iraqê û Sûriyeyê, li Yemenê jî piştgirî dide wan terorîstan.

Siyasedmedarê yemeni got: “Erebistana Siûdî tene di dentên siyasedmedarên amerîkî de enstrumaneke. Çalakiyên her du aliyan jî armanca birêvebirina berjewendiyên xwe dikin. Şerê rast li dijî terorîstan tenê yemeni pêk tînin.”

Enam, destnîşan kir ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di mijara encamên piştgiriya Rabbuh Mansur al-Hadi serokomarê berê yê Yemenê û Erebistana Siûdî yên Kongreyê, hişyar kirine û got: “Sedemên piştgiriya terorîstan yê Amerîkayê, êrişî berjewendiyên Rûsyayê ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu