IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama şer û pevçûnên hêzên iraqî tev terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê

Mein Esedî qumandê operasiyona hêzên dijî terora Iraqê ragihand ku şer û pevçûna di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`ê bona azadkirina axir navçên rojavaya Mûsilê ku di destê terorîstan daye hîn jî berdewam e.

Mein Esedî qumandê operasiyona hêzên dijî terora Iraqê li gotinên xwe yên îro îniyê ragihand ku sedî 50 ji navça El-Amêlê li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin û pêşbînî tê kirin ku saetên pêşberî me da ev navça bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê were azadkirin.

Mein Esedî ragihand ku ji ber ku pişka kevn a bajarê Mûsilê kolanên dirêj hene û avahiyên zav li vê navçê hene pêşbînî tê kirin ku şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li vê navçê dijwar be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu