NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama şerê avê li Şamê û hewldana dewletê bona dabînkirina ava vexwerinê

Wezîrê çavkaniyên avê yê Sûriyê ragihand ku rûniştiyên Şamê ji ber dewama pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û serhildayiyan de, tûşî kêmbûna zav a ava vexwerinê hatine.

Nebîl El Hesen, wezîrê çavkaniyên avî yên Sûriyê got: Çavkaniyên sereke yên ava Şamê ku ji ber êrişên terorîstan ji destê me derketine, di rojê de 550 hezar metreya kûp ava vexwerinê dabîn dikirin. Saziya av û şêlavê ya Şamê, bernameyeka awarte jibo dabînkirina pişkek ji hewcetiyên Şamê û derdora wê berçav girtine.

Wî herwiha got: Asta zimhêra avê jî li gorî bernameyê û li beşên curbicur ên Şamê belav dibin. Ew asta avê bi qasê têrê nîne û demkî ye. Her wekî berê heya dema ku çavkaniyên sereke yên avê li ber destê me nebin, divê ku em zimhêrên avê bi kar bînin.

Vê dawiyê serhilderên sûrî, ava şamê û derdora wê bi qazolê gemar kirine û kanala sereke ya avê li navçeya Wadîberdiyê dane ber êrişan.

Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û serhilderan li navçeya Wadîberdiyê li başûrê rojavayê Şamê de didomin. Eva li halekê ye ku serhilder, artêşa Sûriyê û dewletê, berpirsên qeyrana avê dizanin.

Li gorî gotina medya xwecî ya Sûriyê, ew pevçûn bûne sedem ku xelkê Şamê tûşî kêmbûna zav a ava vexwerinê bibin. Dewleta Sûriyê hewl dide ku avê ji navçeyên din jibo xelkê Şamê dabîn bike.

Li gorî ragihandina çavkaniyan, xelkê Şamê tenê du saetan û ew jî di saet 5 heya şeşa sibehê de ava wan heye û her ew yeka bûye sedema hêrsbûna rûniştiyên wê. Rûniştiyên Şamê, ji ber vê yekê ku av nagihîje qatên jorîn ên avahiyan, bigazinde ne. Hin kes jî bi firotina avê bi bihaya bazara reş û bihayeka pirr giran li kolanên Şamê, ji hewcetiya welatiyên bi vê madeya girîng a jiyanê sûdê verdigirin.

Gotûbêjên di navbera artêşa Sûriyê û serhilderan de bona aştiya li navçeya Wadîberdiyê, negihîştiye tu encamekê û di encama wê de şerrê avê li Şamê her wekî berê didome. 13 gundên Wadîberdiyê hene ku 10 ji wan di bin kontrola neyaran û 3 ji wan jî di destê artêşa Sûriyê de ye.

Kaniya Eyn El Fîce ku ava Şamê û dorhêla wê ji wê derê dabîn dibe, ketiye vê navçeyê û riyê sereke ya paytextê tê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu