IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama şerê li derdora balafirgeha navnetewî ya Mûsilê

Hêzên polîs ên fêdêral û hêzên Heşdi Şeibî li dewama opêrasyona azadkirina beşa rojavaya şarê Mûsilê, îro giheştin baregeha Xezlanî li nêzîkatîya balafirgeha navnetewî ya vî şarî û devera Bûseyf û bilindahîyên wê xistin bin kontrola xwe.

Çavkanîyekî ewlehîyê ji ajansa nûçan a IRNA`yê re ragihand ku hêzên polîs ên fêdêral û hêzên Heşdi Şeibî li dewama opêrasyona azadkirina beşa rojavaya şarê Mûsilê, îro giheştin baregeha Xezlanî li nêzîkatîya balafirgeha navnetewî ya vî şarî û niha amade ne ku rişî balafirgehê bikin.

Li gorî vê raporê, pevçûnên giran li derdora balafirgehê didomin û endamên DAIŞ`ê bi awayekî komkî direvin.

Hêzên iraqî li vê opêrasyonê navendên çêkirina bombeyan û maşînên bombekirî yên DAIŞ`ê nas kirin û êrişî wan kriin.

Li gorî vê raporê, hêzên polîsên fêdêral û Heşdi Şeibî ku li mêhwera başûra milê rojavaya Mûsilê ketine opêrasyonê, herwiha giheştine wargeha Xezlanîyê li nêzîkî balafirgeha Mûsilê.

Opêrasyona azadkirina beşa rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji roja yekşemê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku wî ev fermana ji Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê ji Almanîyayê va da, destpê bûye.

Di yekemîn roja vê opêrasyonê da hêzên iraqî gellekî bilez li pêş ketin û karîn gellek gundên derdora vê beşê ji kontrola têrorîstên DAIş`ê derînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu