NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama serketina artêşa Sûriyê li Helebê

Li dewama serketinên artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Helebê gelek ji terorîstan hatine kuştin û xisaretên giran li van terorîstan ketin.

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alamê, Li dewama serketinên artêşa Sûriyê dijî terorîstan li derûdora Helebê, duh îniyê artêşa vî welatî li gundê Xelse li başûra Helebê koma terorîstên Cêyşûl-Feth kirine ber hedefa êrişên xwe ku birek ji terorîstan li vê êrişê hatine kuştin.

Li bereya bajarokê 1070 malî jî hêzên artêşa Sûriyê karîn pîşiya êrişa terorîstan ser navenda artêşê li vê navçê bigrin ku li vê berxwedana artêşa Sûriyê jî derbeyekî giran li terorîstan ket û gelek ji terorîstan jî hatine kuştin.

Roja îniyê jî hêzên artêşa Sûriyê piştî azadkirina gundê “ Hûş Nesrî“ ji destê terorîstan û piştî derbeyên giran ku li terorîstan xistin, xwe gihandine nîzikiya bajarokê Domayê li başûra Sûriyê ku pêgeha herî mezin a terorîstên Cêyşul-islame ku Erebistana Seûdî li vê navçê piştevaniya van terorîstan dike.

Ji aliyê dinve piştî ku artêşa Sûriyê karî bajarokê Darya ji destê terorîstan derxîne niha mijûlî paqijkirina tam a vê navçê ji destê terorîstan e.

Darya ji bajarokên mezin ên Qûta Rojhilatî ya Şamê tê hisab. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu