EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama serketinên artêşa Sûrîyê li bakûr û rojhilata vî welatî

Artêşa Sûrîyê ragihand ku serkirdeyekî koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê el-Babê girtîye û pêşdaçûna hêzên sûrî li parêzgeha Humsê didome.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, çavkanîyên meydanî yên sûrî îro ragihandin ku serkirdeyekî DAIŞ`ê bi navê Canatan Cêfrî nasyar bi Ebû Ibrahîm Frensî li bajarê el-Babê bi destê hêzên mertala Firatê hat girtinê.

Frensî berpirsê plankarîya opêrasyonên derve ji wan li Fransayê û welatên din ên rojavayî bûye û li warê komkirina ciwanên ewropî jibo endametîya li DAIŞ`ê û şandina wan ber bi Sûrîyê kar dikir û li gellek ji opêrasyonên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê û Sûrîyê pişkdar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu