NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama serketinên artêşa Sûriyê li hember terorîstan

Navenda rûsî ya çavdêriya ser agirbesê li Hemîmîma Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî li dewama operasyona azadkirina bajarê Babê li bakurê Sûriyê gihêştiye 3 km ya vî bajarî.

 Li gorî rapora El-Alamê, navenda rûsî ya çavdêriya ser agirbesê li Hemîmîma Sûriyê bi ragihandina vê yekê ku  artêşa Sûriyê tenê gundek maye bighêje rojava  bajarê Babê û got : Hêzên sûrî li 24 saetên buhurî 8 navçên  derdora Helebê û Idlibê ya Sûriyê ji lepên terorîstên DAIŞê azad kirin.

Navenda Hemîmîma Sûriyê li bara belavkirina  zêdetir  pênc ton alîkariyên  mirovhezane ji wan  xwarek û tiştên pêdivî bo rûniştiyên navşên curbicur ên rojhilata Helebê, Laziqiyê û Hemayê li Sûriyê agahî da.

Her wiha nêzîkî 100 kesên çekdar li navça Wadî Berdiyê li Rîf Şamê çekên xwe danîn erdê û xwe teslîmî hêzên dewletê yên Sûriyê kirin.

Di eynî demê de Ela Îbrahîm waliyê Rîf Şamê bal kişand ser bernama dewletê jibo piştgiriya ji  berfirehkirina  plana cihanîna aşitiya navxweyî û got : ev kiryara  bi armanca  lezgînkirina  xizmetgihandinê bo sûriyan cih tê .

xelkê gundên  Mezaya û Baqînê li Rîf Şamê jî ji rayedarên  sûrî xwestin ku bi zûtirkê plana  aşitiya neteweyî li gundan cih were ku gihandina xizmetan bo van gundana  destpê bibe.  Li gor nûçeyeke din ji Sûriyê Yekînên artêşa Sûriyê bi dewama operasyona  li dijî kombûn û binavahiyên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça  rojhilata Himsê serdestiya xwe ser gundê Hetaniye û Bêr El-Merhetanê berfireh kirin.

Li encama vê operasyonê piraniay endamên DAIŞê hatin kuştin û sê trimbêlên çekên giran ên terorîstan hatin îmhakirin. Hêzên sûrî her wiha serdestiya xwe ser riya stratejîk a Ciharê ser riya Hims-Palmîrayê bihêzkirin û hejmarek ji terorîstên DAIŞê kuştin û hin derbe li wan xistin.

Hêzên  artêşa Sûriyê ber bi gundê El-Beyze El-Şerqiye û riya  navenda gazê ya El-Mihrê jî pêşde çûn û piraniya terorîstên tekfîrî li vê navçê kuştin.

Hêzên sûrî her wiha  6 trimbêlên  çekên giran li bilindahiyên  Ayid El-Hesûnê û Um El-Xeyrê li navça rojhilata Himsê têk birin.

Başa dön tuşu