NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama serketinên artêşa Sûriyê li hemberî têrorîstan

Rayedarekî leşkerî yê Sûriyê qala serdestiya yekîneyên artêşa vî welatî li ser bilindahiyên rojhilata Humsê li navenda Sûriyê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA News), yekîneyên artêşê bi opêrasiyonekê li dijî kombûna têrorîstên DAIŞ`ê, bereya desthilata xwe li navçeya Tedmur û bilindahiyên Merbet Enter, El Hîd, El Zelîl li bakurê meydana gazî ya Heyanê û çend navçeyên dorhêla bakur rojavaya Tedmurê xurt kirin.

Li vê opêrasiyonê ji bilî kuştina bi dehan têrorêîstên DAIŞ`ê û jinavbirina çek û amorên wan ên şêrr, yekîneyên endazyariyê li vê navçeyê gerriyan û mayîn û bombeyên danandî, pûç kiirn.

Her wiha yekîneyên artêşa Sûriyê bi têkbirina êrîşa komên têrorîst li ser çepereke leşkerî li navçeya Melokê ber bi Til Bîseya bakurê bajarê Humsê, hejmareke çeteyên tekfîrî kuştin û hejmareke erebeyên ku çekên giran li ser wan bûn jî ji nav birin.

Hêzên artêşa Sûriyê çeperên têrorîstên Cebheya Nusreyê jî li navçeya El Restenê li bakurê bajarê Humsê dane ber êrîşan ku di encamê da baregeheke fermandetiya têrorîstan ji nav çû û hejmareke zêde ya wan hatin kuştin.

Yekîneyên artêşê her wiha ewlehî û aramiya bajarokê Merzafê dabîn kirin û bi dehan têrorîstên endamê Cebheya Nusreyê li bakurê Hemahê li rojavaya Sûriyê kuştin.

Telal El Berazî waliyê Humsê ragihand ku sêyemîn koma kesên çekdar û malbatên wan dê şemiya bê ji navçeya El Weira bajarê Humsê derkevin.

Başa dön tuşu