IraqNûçeRojhilatanavin

Sê çekdarên DAIŞê derbasî nava navçeya Şergat bûn lê bi gotina fermandeyekî Heşda Şeibî, hersê jî hatine kuştin

Fermandarê operasyonên taybet ên Heşda Şeibî li Şergatê Wahîde Mihemed ragihand ku sibeha îro li milê rojhilat yê navçeya Şergat  3 çekdarên DAIŞê derbasî nava bajêr bûn.

Wahîde Mihemed diyar kir ku di şerê li gel çekdarên Heşda Şeibî de ew 3 çekdarên rêxistina DAIŞê hatine kuştin.

Navçeya Şergatê bi dûriya 120km li başûrê parêzgeha Selahedînê ye û hersê parêzgehên Selahedîn, Neynewa û Kerkûkê bihev ve girê dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu