İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewama serketinên hêzên iraqî li Mûsilê

Hêzên iraqî taxa Erbecîye li rojhilata Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIş`ê azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muntezir Salim yek ji efserên hêzên dijî têrorîsmê yên Iraqê got ku hêzên iraqî vê sibê di encama azadkirina taxa Erbecîyê da hejmarek têrorîst kuştin.

Hêzên gelanî yên Iraqê jî li mêhwera rojavaya Mûsilê pêşda diçin ta ku bi vê yekê rêya locêstîk û têkiîya têrorîstên DAIŞ`ê di navbera Iraq û Sûrîyê da daxin.

Di vî halî da, çavkanîyên iraqî ragihandin ku Ebolwelîd Ensarî serkirdeyekî têrorîstan ligel 9 kesên din di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê li devera El-Horeyê li bakûra Bexdayê da hat kuştinê.

Wezareta berevanîya Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand ku di encama êrişên hewayî yên Iraqê ser çeperên têrorîstan li Mûsilê da, 877 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Di vî halî da, Evdilwehab Saidî fermandarê opêrasyona sazîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê, bal kişand ser dewama opêrasyona hêzên hevpar ên vî welatî li dijî DAIŞ`ê li Mûsilê got, derxistina DAIŞ`ê ji Mûsilê û bicihbûna hêzên iraqî li navenda vî şarî, dem hewce ye.

Saidî herwiha got ku hejmareke zêde ya sivîlan li nav bajarê Mûsilê ne ku vê yekê pêşdaçûna hêzên iraqî paşda xistîye û pêşî li bikaranîna sîlehên giran digire (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version