İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewama siyasetên dijî Libnanê yên Civata Hevkariya Kendava Farsê

Civata Hevkariya Kendava Farsê li dewama siyasetên dijî Libnanê, Hizbulaha Libnanê li warê medyayê boykot kir.

Li gorî rapora malpera El-Neşre`yê, wezîrên ragihandinê yên Civata Hevkariya Kendava Farsê li dewama kiryarên bikîn ên xwe dijî Hizbulaha Libnanê, her cure danûstandina ligel şebekeyên ser bi Hizbulahê qedexe kir.

Wezîrên ragihandinê yên Civata hevkariya Kendava Farsê ragihandin ku wan li ser hemî tivdîrên qedexekirina her cure danûstandina ligel şebekeyên ser bi Hizbulaha libnanê li hev kirin.

Ev tivdîr hemî komên ser bi Hizbulahê û yên jê serekanî girtine digirin ber xwe ji ber ku ev welatana idia dikin ku Hizbulah serweriya welatên wan binpê dike.

Boykotên ku welatên endamê Civata Hevkariya Kendava Farsê dijî Libnanê destpê kirine, hemî şîrketên çêkirina bernameyan, prodoktor û her beşa ku bin çavdêriya medyayên ser bi Hizbulahê kar dikin, digirin ber xwe.

Hêjayî gotinê ye ku Civata Hevkariya Kendava Farsê vê dawiyê navê Hizbulahê xist lîsta reş. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Exit mobile version