BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dewama siyasetên serkutkeriyê yên Alê Xelîfe li dijî şîeyên Behreynê

Alûgurên Behreynê li rojên derbasbûyî ketibûn ber bandora serkutkirina neyaran, dewama girtina çalakên hiqûqî û berbendên ser riya xebatên mezhebî yên şîeyên vî welatî ku piraniya nifûsa Behreynê pêk tînin.

Li vê çarçêvê Rejîma Alê Xelîfe siyasetên xwe yên serkutkeriyê li dijî şîeyên Behreynê û alimên vî welatî didomîne û vê rejîma serkutkir şêx Meysem El-Selman ji rûhaniyên binavûdeng û berpirsê beşa azadiyên olî li rêxistina çavdêrê mafên mirovan a Behreynê jibo cihanîna lêkolînan vexwend. Herçend ku  Rejîma Alê Xelîfe hegera kiryara xwe negotiye lê hejayî gotinê ye ku nêzîkî 4 mehan berî niha Rejîma Alê Xelîfe mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê betal kir û hejmareke zêde ji rûhaniyên bina ûdeng ê alîgirên wî girtin.

Di mehên derbasbûyî da Rejîma Alê Xelîfe serkutkeriyên xwe zêde kirine ku encama vê siyasetê bûye girtina berfireh a pêla berfireh a alim û çalakên siyasî û hiqûqî li Behreynê. Reftarên Rejîma  Alê Xelîfe nîşan dide ku vê rejîmê ne tenê azadiyên  siyasî yên gelê Behreynê binpê kirine belkî mafê azadiya xebatên olî û mezhebî jî ji wan istandiye.

Dewama liv  û tevgerên li dijî olê û berovajiya  qanûnên welatîbûnê yên Rejîma Alê Xelîfe zêdetir rûveka hakimên dîktator ên Behreynê raxistiye ber çavên raya giştî. Hemî salê bi hatina meha Muheremê eskerên Rejîma Alê Xelîfe hêma û nîşanên Aşûrayê wêde dibin jibo ku mersima tazîdariya Aşûrayê kêmreng nîşan bidin. Rejîma Alê Xelîfe bi caran xêncî îhaneta li nirxên pîroz ên xelkê Behreynê êriş birine ser hêma û sembolên  Aşûrayî û bi dehan huseyniye û mizgevt kavil kirine. Rejîma Alê Xelîfe bi rewacdana dîktatoriyê hemî mafên xelkê Behreynê binpê kirine. Vê Rejîmê  bi êrişa ser baweriyên  Îslamî yên gelê Behreynê dil heye ku van baweriyan kêmreng bike û xelkê neçar bike ku siyasetên  serdestîxwaziyê yên rejîmê qebûl bikin.

Lê kiryarên Rejîma Alê Xelîfe derheq sînordarkirina xebatên Îslamî yên xelkê Behreynê û bêhurmetiya li nirxên pîroz ên Îslamî û duruşmên mezhebî di pratîkê de bûn baîs ku raya giştê hîn bêtir werin handanê û gelê Behreynê nîşan dane ku  bêhurmetiya li duruşmên mezhebî qebûl nakin.

Rewşeke wisa bûye baîs ku behreynî ji bo rawestana li ber rejîma  nedemokratîk micid bibin û hewl bidin rewşê jibo pêkhatina demokrasiya olî xweş bikin.

Rejîma Alê Xelîfe wisa angaşt dike ku dê bi kavilkirina mizgevtan û destdirêjiya ser nirxên pîroz ên gelê Behreynê dikare gelê Behreynê ji dewama serhildana li dijî hikûmeta dîktatoriya paşatiyê ser vî welatî vegerînin.  Behreyn ji sala 2011`an va heya niha şehedê pêla nerazîbûnên gelanî ye ku daxwaza reformên siyasî, damezirandina  hikûmeta qanûnê, lidarxistina hilbiajrtinên azad û demokratîk û rakirina duberetî û cihêkarî û nebeanberiyên mezhebî û etnîkî li vî welatî dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu