BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dewama siyasetên serkutkirinê yên Rejîma Alê Xelîfe

Ji ber bikaranîna gazên jardar li bajarê El-Deraza Behreynê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xelîfe va çend welatiyên vî welatî fetisîn.

Li gorî rapora Al-Alamê, eskerên Rejîma Alê Xelîfe roja çarşemiyê esmanê navça  Heyderiyê li bajarê El-Derazê ku ji 20 Hezîrana  buhurî ve ji ber nerazîtiya  xelkê wê derheq betalkirina mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê şîeyên Behreynê hatiye dorpêçkirin bi gazên jardar  lewitandin ku li encama wê çend welatiyên behreynî fetisîn an mesmûm bûn.

Tevî zextên  Rejîma Alê Xelîfê û piştî derbasbûna pênc mehan neraziyên behreynî ser berevaniya ji ol û baweriyê sekinîn û kiryarên nebaqil ên vê rejîmê derheq betalkirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim  şermezar kirin.

Navenda mafên mirovan a Behreynê jî li daxûyaniyekê ragihand ku  li heftiya buhurî nêzîkî 18 welatiyên  vî welatî ji wan  4 zarok di hewsa kirêgirtiyên  Rejîam Alê Xelîfe de ne û heya niha nehatien  azadkirin.

Saziyên  piştgirê mafên mirovan  heya niha  zêde ji 150 daxûyanî û arpor derheq şermezarkirina  kiryarên serkutkirane yên Alê Xelîfe  dane  lê  vê rejîmê bala xwe nedaye  ser wan rexneyan.

Behreyn ji Fewriya 2011an  ve meydana  nerazîbûnên  biaşitî li dijî Rejîma  Alê Xelîfe ye.

Gelê Behreynê daxwaza reformên  siyasî, azadiya axiftinê, damezrandina  edaletê, rakirina  newekheviyê û bidesthilatbûna  sîtimeke  bijartî li welatê xwe dikin lê Rejîma Alê Xelîfe tim bi serkutkirinê bersiva nerazîbûna wan didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu