Ji ber bikaranîna gazên jardar li bajarê El-Deraza Behreynê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xelîfe va çend welatiyên vî welatî fetisîn.
Li gorî rapora Al-Alamê, eskerên Rejîma Alê Xelîfe roja çarşemiyê esmanê navça Heyderiyê li bajarê El-Derazê ku ji 20 Hezîrana buhurî ve ji ber nerazîtiya xelkê wê derheq betalkirina mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê şîeyên Behreynê hatiye dorpêçkirin bi gazên jardar lewitandin ku li encama wê çend welatiyên behreynî fetisîn an mesmûm bûn.
Tevî zextên Rejîma Alê Xelîfê û piştî derbasbûna pênc mehan neraziyên behreynî ser berevaniya ji ol û baweriyê sekinîn û kiryarên nebaqil ên vê rejîmê derheq betalkirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim şermezar kirin.
Navenda mafên mirovan a Behreynê jî li daxûyaniyekê ragihand ku li heftiya buhurî nêzîkî 18 welatiyên vî welatî ji wan 4 zarok di hewsa kirêgirtiyên Rejîam Alê Xelîfe de ne û heya niha nehatien azadkirin.
Saziyên piştgirê mafên mirovan heya niha zêde ji 150 daxûyanî û arpor derheq şermezarkirina kiryarên serkutkirane yên Alê Xelîfe dane lê vê rejîmê bala xwe nedaye ser wan rexneyan.
Behreyn ji Fewriya 2011an ve meydana nerazîbûnên biaşitî li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye.
Gelê Behreynê daxwaza reformên siyasî, azadiya axiftinê, damezrandina edaletê, rakirina newekheviyê û bidesthilatbûna sîtimeke bijartî li welatê xwe dikin lê Rejîma Alê Xelîfe tim bi serkutkirinê bersiva nerazîbûna wan didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)