ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Boykotên Amerîkayê li dijî Îranê yê ji hêlên sîyasî û aborî va encameke tam berovajî jibo wî welatî hebin

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna ligel televîzyona Al-Mayadinê boykotên sepandî yên Amerîkayê li dijî Komara Islamî ya Îranê bêfeyde zanîn û got: Îran ser vê bawerê ye tişta ku bû sebeb Amerîka di çarçova Koma 5+1`ê da pişkdarîya muzakireyên navokî yên ligel Îranê bike, ceribandina rastbêjîya Îranê nebûye belkî Waşîngtonê di dewra Barak Obama da hemî bijare ceribandibûn.

Zerîf herwiha got: Boykotên Amerîkayê netenê bandora aborî li Îranê nekirin belkî di warê sîyasî da jî bêbandor bûn û bi dû van boykotana, Îranê şîyana xwe li bernama navokî ya biaştî bihêz kir.

Wî bal kişand ser astengîderxistina aşkira ya Rêjîma Sîyonîst û Erebistanê ser rêka muzakirên navokî yên Îranê û Koma 5+1`ê û got: Piştî kutabûna muzakireyên navokî di Tîrmeha sala 2015`ê da jî van du rêjîmana hewl dan ku bi nifûza bi rêka Kongira Amerîkayê û dezgehên din pêşîya cihanîna vê rêkeitnamê bigirin an wê bisînor bikin lê nekarîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha Rêjîma Sîyonîst gefa herî mezin a navokî jibo navçê û cehanê zanî û got: Rêjîma Israîlê wekî binpêkera mafên filistînîyan û gefa herî mezin a navokî ya cehanê, heta niha gellek kiryarên bikîn li dijî hemî gelên navçê ji wan Libnan, Filistîn, Urdin, Sûrîye û Heta Misrê kirine.

Zerîf li dewama xeberdana xwe, Tirkîye welatekî girîng wekî cînarê Îranê zanî û got: Tirkîye welatekî girîng û kêrhatî li herêma Rojhilata Navînê ye û ev welata divê pêşîya giheştina sîlehan û çavkanîyên darayîyê yên nû bo komên têrorîst li Sûrîyê bigire û eva dikare rola mêhwerî ya Enqerê be.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi ragihandina amadebûna Îranê jibo berfirekirina peywendîyên dualî ligel Tirkîyê nemaze peywendîyên aborî got: Îranê peywendîyên taybet ligel Tirkîyê di warên ticarî, tranzît û aborîyê da hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu