ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr sertîp Emîr Hatemî: bersiva Îranê dê pûşmanker be

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da rêjîma dagirker a siyonîst û piştgirên wê û got: Bila dest ji komplo û tevgerên bixeter bikişînin; Ji ber ku bersiva Îranê dê nişkêvayî û pûşmanker be.

Benyamîn Nêtanyahû, serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Duşemê bi şev li şanoyeka propagandayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê îdia kir ku Îranê bernama nihênî bo çêkirina çekên atomî heye.

Emîr sertîp Emîr Hatemî roja Sêşemê wek bersiva li hemberî îdiayên bê xîm û binyat ên Netanyahû û kiryarên bi tehrîk ên Rêjîma Siyonîst, got: Şanoya propagandayî ya Netanyahû dewama senaryoya vê rejîmê ji bo helahela û niximandina cinayetên bêhincet li dijî gelêî bindest ê Filsitînê ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê piştgira sereke û parêzerê gelê bindest ê Filsitînê ye, got: Bijartina demm avê şanoyê bi taybet ji aliyê kesekî va ku li berbihuriya wî şanoyin visa hene, nîşan dide ku ji billî armancên giştî yên vê rêjîmê li dijminatiya tev gelê Îranê, armancên taybet jî dişopîne û ew jî hevrêtiya bi sênaryoya dijminane ya “Donald Trump“ dijî gelê Îranê ye.

Başa dön tuşu