Nerazîbûnên ji ber rakirian mafê hemwelatîtiyê yê şêx Îsa Qasim li Behreynê zêde bûne.
Malpera nûçan a El-Behreyn El-Yewmê ragihand ku bi hezaran behreynî tevî birêxistina xwenîşandanan li gund û bajarên curbicur ên vî welatî kiryara nemirovane ya Rejîma Alê Xelîfe ya jêstandina mafê hemwelatîtiyê yê şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê Behreynê protesto kirin û hukimdarên Alê Xelîfe berpirsê rewşa niha ya vî welatî dan zanîn.
xelkê Behrêyê tev hejmarek ji alimên olî yên vî welatî li ber mala şêx Îsa Qasim civiyan û pêgirî kirin qet li hember gefên eskerên Alê Xelîfe teslîm nabin. Di eynî demê de hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xelîfe xwenîşandana hin navçan ji wan Sehla û Belad El-Qedîmê serkut kirin û jibo belavkirina xwenîşanderan gullên plastîkî û gaza hêstirrêj bi kar anîn. Rejîma Alê Xelîfe duşemiyê anku 20`ê Hezîrana 2016`an li kiryarekê li dijî qanûnên însanî mafê hemwelatîtiyê yê şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê behreynî ji wî istand. Ev biryara Alê Xelîfe rastî bertekên navneteweyî hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)