CîhanNûçe

Dewama xwenîşandana dijî Trump

Bi dehan hezar ji xelkê Amerîka û seranserî cîhanê bona diyarkirina neyariya xwe tev Donald Trump ketine nav kolanan û hatiye ragihandin ku li rojên tê xwenîşandanên dijî Trump zêdetir jî bibe.

Li gor rapora ajansa Associated Press`ê, li dewama xwenîşandana dijî Trump serokkomarê nû yê Amerîka, bi dehan hezar ji xelkê San Fransîskoyê ketine nav kolanan û pê çêkirina zincîreya mirovî li derûdora piriya Gulden Gît`ê, diroşmên bi nifret û dijî wî didan.

Bi sedan kes ji xwenîşanderên San Firansîskoyê li navenda tecarî ya vî bajarî kom bûn û nehêştin tirombîlên xelkê herine hemberî avahiya ku pişkek ji wê avahiyê yê Trump e.

Li bajarê Atlantayê jî xwenîşanderên dijî Trump li hemberî avahiya şaredariya vî bajarî kom bûn û pê diroşmên dijî wî vêzariya xwe li hemberî siyasetên jijadperêzane yên Trump mehkûm kirin ku di navbera wan û polîsê vî bajarî pevçûn derket.

xwenîşanderan herwisa piştevaniya xwe ji misilmanan, muhaciran û postreşan ragihandin.

Li bajarê Neşwîlê navenda eyaleta Tênsiya Amerîka jî xwenîşanderan xwe gihandine deriyê deriyê parlemana Amerîka û Senaya vî welatî û ev deriyana zincîr kirin û hevçax sedan kes ji neyarên Trump jî hevçaxî sondxwarina wî li parkekê kom bûn û 10 deqîqan bê deng man.

Neyarên siyasetên Trump li eyaletên Organ û Portlandê jî alaya Amerîka şewitandin û xwendekarên zanîngehan li Portlendê neçûne ser kilasên dersxwendinê.

Nîzikî 200 xwenîşanderên amerîkî jî li bajarê Olempiyayê li eyaleta Waşîngtonê kom bûn û ji xelkê xwestin ku li hemberî siyasetên Trump li ber xwe bidin.

Xwenîşandana dijî Trump li halekê li seranserî Amerîka berdewam e ku qirare jinên Amerîka jî îro dijî siyasetên wî meşeke berfireh birê xwînin.

Xîncî bajarên Amerîka, li henek ji bajarên dine cîhanê jî xwenîşandanên dijî Trump birê ketine.

Bi hezaran kes ji xelkê Awisteraliya bona diyarkirina nîgeraniya xwe li hemberî siyasetên Trump serokomarê nû yê Amerîka û bona diyar kirina nîfreta xwe ji siyasetên wî ketine nav kolanan.

Xwenîşanderan îro li Hayd Parka Sîdniyê paytexta Awistraliyayê hinek pilakard rakiribûn ku li ser wan hatibûne nifîsîn ku “Jinên cîhanê bila li ber xwe bidin“ û “ Femînizm belgeya serketina meye“.

Sozên Trump li bara çêkirina dîwarekê li sînorê Amerîka tev Mikzîkê jî bûye sebeba nerezamendiya gelek ji xelkê Mikzîkê û xelkê vî welatî jî xwenîşandana dijî Trump birê xistin.

Li borca tecarî ya Makatî ya Fîlîpînê jî xwenîşanderan dijî Trump û siyasetên wî diroşm dan.

Piştî destpê bûna dewrana serokkomariya Trump wekî serokkomarê 45-an ê Amerîka gelek ji şexsiyetên cîhanê bîr û bawerên xwe li bara wî li nav torên civakî belav kirin.

“Zîgmar Gabriye“ alîkarê Mêrkêl serokwezîra Alman piştî axivtîna Trump li rêûrisma sondxwarina wî li gotûbêja tev “ZDF“ a Alman got: Pêwîste ku em hemû xwe bo dewranekî dijwar li mudeha serokkomariya Trump amade bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu