CîhanEwropaNûçe

Dewama xwenîşandana li Ermenistanê li dijî bijartina serokwezîrê nû

Nerazîbûnên li dijî bijartina Sirj Serkîsyan serokwezîrê nû yê Ermenistanê îro duşemiyê cardinê li Yêrewana paytexta vî welatî destpê bûn.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sputnikê, çend  komên neraziyan ber bi kolanên Yêrewanê çûne û yek ji meşên nerazîbûnê  li ber zanîngeha  dewletî ya vî welatî hat li dar xistin.

Neraziyan bêyî amadebûna  serokên xwe ku ji aliyê polîsve rojên  şemî û yekşemiyê hatine girtin, meşa xwe ya îro destpê kirin.

Di hemen demê de, Wezareta berevaniyê ya Ermenistanê ragahnd ku komek ji eskerên vî welatî tevlî nerazîbûnên  li dijî dewletî yên  neqanûnî li bajarê Yêrewanê bûne û  biryar dane  ku dê bi tundî wan ciza bikin.

Pêştir  bi sedan eskerên  bi kincên fermî ku tevlî neyarên dijberê dwletê bibûn, hatibûn weşandin.

Nerazîbûn ji 13 Nîsanê li Ermenistanê û piştî bijartina  Sêrj Serkîsyan wek serokwezîrê vî welatî destpê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu