FilistînNûçeRojhilatanavin

Dewama xwenîşandana Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê, 14 filistînî birîndar bûn

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê şeva buhurî ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşanderên filistînî yên pişkdarê meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de 14 filistînî birîndar bûn.

Xwenîşandana Mafê Vegerê di 34`emîn înîyê li Zîvala Gezzê da ser navê “ berxwedan, sedema yekitî û serketinê“ hat domandinê.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Ji 30`yê Adarê va heta nika, di encama êrişa leşekrên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên vê meşê li Zîvala Gezzê da 247 filistînî şehîd û zêde ji 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu