İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewama xwenîşandana xelkê Behrêyînê

Bingehên nûçan ragihandin ku xelkê nerazî yê Behrêyînê li xwenîşandana xwe ya yekşemê şev dijî Rejîma Alê Xelîfe pireya sereke ya di navbera bajarokê Îsa û Menamê girtin

Ji sêşemiya hefteya bihurî ku rejîma Alê Xelîfe li hemberî mala Şêx Îsa Qasim rohaniyê derecebilind ê vî welatî kirin û 5 alîgîrên vî rohaniyê şîe şehîd kirin û zêde ji 100 kes jî birîndar kirin, li nav Behrêyînê dorekî nû ji nerezamendiya xelkê destpê bû.

Li gorî rapora telivîzyona El-Lulu`ya Behrêyînê, xwenîşanderan şeva bihurî pireya sereke ya di navbera bajarokê Îsa û Menamê girtin.

Malbatên şehîdan jî li daxûyaniyekê cinayetên Rejîma Alê Xelîfe li Behrêyînê mehkûm kirin û ragihandin ku ev cinayeta wan, dijî qayde û qirarên dînî, hiqûqî û mirovahiyê ye û dixwazin ku kirêgirtiyên Alê Xelîfe meytê şehîdên wan bidin.

Piştî hukma dadgeha Behrêynê li ser saleke zindanê û desteserkirina mal û heyitiyên Şêx Îsa Qasim û gurrbûna nerazîtiyên gelanî, hêzên Rêjîma Alê Xelîfe berêvariya sêşemiyê êrîşî ser taxa El Durazê kirin ku di vê êrîşê da, 5 kes hatin kuştin û zêde ji 200 kes birîndar bûn û derdora 300 kes jî hatin girtin.

Rêjîma Alê Xelîfe li siya piştgiriyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê, bi awayekî bêşermane li dû sirgûnkiirna Şêx Îsa Qasim melayê derecebilind ê şîeyên Behrêynê ye; Mijara ku eger cih bê, wê hêrs û xezeba gelê serhildêr ê Behrêynê duqat bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version