AsyaNûçe

Dewama xwenîşandana xelkê Ermenistanê li meydana Azadî ya bajarê Yêrevanê

Medyayên Ermenistanê ji dewama xwenîşandana xelkê vî welatî li meydana Azadî ya bajarê Yêrevana paytexta vî welatî xeber dan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ermenistanê ya ser navê Vîrtuwal`ê, Alîgîrên grûpa “Sasna Serêr“ pê birêxistina xwenîşandaneke berfireh li meydana Azadî ya bajarê Yêrevana paytexta vî welatî daxwaza azadkirina zîndaniyên siyasî yên vî welatî kirin.

Îrîna Arotîvniyan endamê “Parlemana dameszirandî“ a dijbera dewleta Ermenistanê piştî xwendina nama Varojan Avêtîsiyan xebatkarekî siyasî yê vî welatî ku di zîndanê da ye , daxwaza azadkirina hemû zîndaniyên siyasî yên vî welatî kir.

Ermenistan Ji 17`ê Tîrmeha bihurî va ku grûpeke çekdar a dibera dewleta Ermenistanê êrişî ser navendeke polîsê vî welatî kir û birek ji efserên polîs rehîn girtin, rastî aloziyê hatiye.

Neyarên dewleta Ermenistanê daxwaza azadkirina Jîrar Sifîliyan rêberê neyarên dewleta Ermensitanê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu