Bi hezaran kes ji neyarên Donald Trump serokkomarê bijartî yê gelê Emerîkayê û alîgirên Hîlarî Kilinton berbijara şikestxwarî li hilbijartinên vî welatî û alîgirên mafên jinan û neyarên şêr roja pênşemiyê bi kombûna li taxa Menhetenê ya Niyoyorkê xwenîşandanek li dijî Trump bi rê xistin.
Xwenîşanderan gotinên bihellahella yên Trump li dema hevrikiyên hilbijartinê li dijî koçberan, misilmanan û komên din ên civakî şermezar kirin.
Li bajarên Biriklî û Oklendê yên eyaleta Kalîforniyayê jî mîna piraniya cihên din ên Emerîkayê xwenîşandan li dijî Trump hatin lidarxistin.
Xwenîşanderan agir berdan helameta Trump û sîtilên kirs û kevalan.
Neyarên Trump Waşengton DC jî aloz kirin.
Li vê xwenîşdanê ku ji hemî çîn û qatên gel têde beşdarî kiribûn beşdaran hêrsbûna xwe ji bijartina Trump wekî serokkomarê nû yê Emerîkayê bi şewitandina alaya vî welatî nîşan dan.
Ji aliyê din ve bi bijartina Donald Trump wekî serokkomarê Emerîkayê daxwaziyên li Kalîfurniyayê jibo cidakirina vê eyaletê ji Emerîkayê zêde bûn.
Hin çalakên vê eyaletê pê birêxistina xwenîşandanekê daxwaza cidakirina demlidest a Kalîforniyayê ji Emerîkayê kirin.
Donald Trump roja sêşemiyê karî bi bidestxistina 289 dengên elektiral li hember 208 dengên elektiral ên hevrika xwe ya Demokrat Hilarî Kilinton, bibe 45`e mîn serokkomarê Emerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)