EfrîqaEwropaNûçe

Dewama xwenîşandanên nerazîbûnê li bajarên Emerîkayê

Bi hezaran kes ji neyarên Donald Trump serokkomarê bijartî yê gelê Emerîkayê û alîgirên Hîlarî Kilinton berbijara şikestxwarî li hilbijartinên vî welatî û alîgirên mafên jinan û neyarên şêr roja pênşemiyê bi kombûna li taxa Menhetenê ya Niyoyorkê xwenîşandanek li dijî Trump bi rê xistin.

Xwenîşanderan gotinên bihellahella yên Trump li dema  hevrikiyên hilbijartinê li dijî koçberan, misilmanan û komên din ên civakî şermezar kirin.

Li bajarên Biriklî û Oklendê yên eyaleta Kalîforniyayê jî mîna  piraniya  cihên din ên Emerîkayê  xwenîşandan li dijî Trump hatin lidarxistin.

Xwenîşanderan  agir berdan helameta Trump û sîtilên kirs û kevalan.

Neyarên Trump  Waşengton DC jî aloz kirin.

Li vê xwenîşdanê  ku ji hemî çîn û qatên gel têde  beşdarî kiribûn beşdaran hêrsbûna xwe ji bijartina  Trump wekî serokkomarê nû yê Emerîkayê bi şewitandina alaya vî welatî nîşan dan.

Ji aliyê din ve  bi bijartina Donald Trump wekî serokkomarê Emerîkayê daxwaziyên li Kalîfurniyayê jibo cidakirina vê eyaletê ji Emerîkayê zêde bûn.

Hin çalakên vê eyaletê pê birêxistina  xwenîşandanekê daxwaza cidakirina demlidest a Kalîforniyayê ji Emerîkayê kirin.

Donald Trump roja sêşemiyê karî bi bidestxistina  289 dengên elektiral li hember 208 dengên elektiral ên hevrika xwe ya Demokrat Hilarî Kilinton, bibe 45`e mîn serokkomarê Emerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu