Gelê Behreynê cardinê bi nîşana hevdiliya tev zindaniyên siyasî li vî welatî xwenîşandan birê xistin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Fars Newsê, xelkê navçên Kerbabad, Ebûsîbe û El-Şaxûrê, êvara şemiyê jibo piştgiriya ji girtiyên siyasî û sekinîna ser liv û tevegrên inqilabî û her wiha piştgiriya ji şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê behreynî derketin kolan û çarsiyan.
Li gor nûçan hêzên ewlehiyê yên Behreynê ber bi xwenîşanderên navça Sitreyê û ber bi wan gaza hêsirrêj avêtin.
Li navça El-Deraz cihê jiyana şêx Îsa Qasim jî gel li ber mala wî hîn di girevê de ne li halekê ku biryar e dadgeha Behreynê, 21 meha Gulanê hikma şêx Îsa Qasim bi tawana pûç a şuştina diraf ragihîne.
Dadgeha Behreynê pêştir biryar bû 7 meha Gulanê vê hikmê ragihîne lê di bin zexta raya giştî û hişyariya alimên Behreynê, cihanîna vê hikmê paşde ket.
Behreyn ji sala 2011an heya niha rastî qeyrana nerazîbûnên giştî ji siaysetên serkutkirane yên Rejîma Alê Xelîfe hatiye.
Her wiha li navçên El-Bilad El-Qedîm û bajaroka Alî ya Behreynê xwenîşandaneke berfireh jibo dijberiya li hember hikmên îdamê û hevdiliya tev gelê bajarê El-Ewamiyê li rojhilata Erebistanê hat li dar xistin.
Bajarê Şîenişîn a El-Ewamiyê cihê jiyan a şêx Nêmr Baqir El-Nêmr, alimê şîe yê erebistanî ye. Ew bi tawana pûç a liv û etvgera li dijî welêt hat mehkemekirin û li çilla 2016an hat îdamkirin. Ev bajêra ev çend sal in ku bi mehna nûjenkirinê dikeve ber êrişa eskerên Erebistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)