ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewleta 12-an kara û kêm şaşitî dibe û bi hêz û qawet dê ber bi armancên netewî pêngavan hilîne

Hesen Ruhanî Serokkomarê Îranê li civîna êvara îro yekşemê tev taxima dewletê bilî pîrozbahiya bi gelê Îranê ji ber pişkdariya bi coş li hilbijartina roja îniyê 29 Gulanê destnîşan kir:  Dewleta 12-an kara û kêm şaşitî dibe û bi hêz û qawet dê ber bi armancên netewî pêngavan hilîne û pê hevgirtina hemû xelkê dê welêt pêş bêxe.

Ruhanî got: 40 milyon dengê xelkê Îranê nîşana baweriya xelkê bi nizama welête û sermaya civakî û navnetewî bona xelkê ye ku li bereberî 40 salî bûna inqilaba îslamî xelkê welêt carek din tev armancên iqilabê beyîet kirin.

Ruhanî ragihand: Pêwîste hemû gelê Îranê li hemberî dijmin û dijberên navçê û cîhanê bibin yek ta ku bikaribin li hemberî pîlanên wan rawestin û bikaribin welêt ber bi pêşketinê biben.

Serokkomarê Îranê herwisa ji hizûra berfireh û bi coşe xelkê nav welêt û îraniyên derve ji welêt li hilbijartina roja îniyê qedrzanî kir ku bi yekgirtinekî berbiçav li ser sandiqên dengdanê hazir bûn.

Diwazdehemîn dora Hilbijartina Serokomariya Îranê hevdem digel pêncemîn dora hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran roja 19`ê Gulana 2017`an birê çû û Hesen Ruhanî carek din wekî serokkomarê Îranê hate bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu