IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

DAIŞê 17 kes îdam kir

Terorîstên DAIŞê 17 kesên ku bi hevkariya kurdan û hikûmetê sucdar kirin, li bajarê Kerkûkê îdam kirin.

Çavkaniyek ku ji televîzyona El Sumarîayê ku li Iraqê weşanê dike re axivî û diyar kir ku rêxistina terorîst DAIŞê li Baregeha Hewayî ya Bakarayê 17 welatiyan bi guleyan înfaz kirine. Çavkaniyê eşkere kir ku biryara înfazê ji aliyê dadgeha şerîetê ve hatiye dayîn. Li gorî ragihandina çavkaniyê terorîstan vîdyoya dema înfazê jî kişandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu