ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dewleta Îranê piştgirîyê dide berfirekirina peywendîyên digel Herêma Kurdistana Iraqê

Parêzgarê Kurdistana Îranê got: Dewleta Îranê piştgirî daye peywendîyên aborî yên vê parêzgehê û Herêma Kurdistana Iraqê û planên gellekî baş di vî warî da hene.

Parêzgarê Kurdistana Îranê Behmen Muradnîya şeva buhurî di hevdîtina digel desteya aborî ya Parêzgeha Silêmanîyê û çalakên pişka taybet û nedewletî yên Kurdistanê de got: Dewleta Îranê û hikûmeta Iraqê liser bifermîkirina sînorê Seyranbendê lihev kirine û hêvîdar im ku ew plana girîng zûka serêxwe bigire.

Parêzgarê Kurdistanê bi gotina vê yekê ku devera aborî ya Banê jî dê bi zûtirkê bi amadebûna Serokomar were vekirinê, dîyar kir: Damezirandina wê deverê dê gellek bandorê li rewneq, geşbûn û pêşketina abora Kurdistanê bike.

Parêzgarê Kurdistanê herwiha got: Damezirandina Devera Azad a Ticarî ya Bane û Merîwanê jî di destûrkara Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê de ye ku heke bi awayekî teqil were pejirandinê, derfeteke zef baş jibo pêşxistina ticareta di navbera Parêzgeha Kurdistanê û Parêzgeha Silêmanîya Iraqê de ye.

Muradnîya amajeyî seredana xwe ya sala buhurî bo Parêzgeha Silêmanîyê kir û got: Hêvîdar im ku liyêkgiheştinamên ku di wê seredanê de di navbera her du alîyan de hatin wajokirinê cih bên.

Wî bi gotina wê yekê ku em hewil bidin ticareta di warên curbicur da ji rewş û şiklê kilasîk derkeve û biroj bibe, dîyar kir: Rêvebirên Parêzgehên Kurdistan û Silêmanîyê bi awayekî ciddî jibo nehîştina pirsgirêkên di navbera her du alîyan de hewil bidin.

Duh danê êvarê desteyeke aborî ya Parêzgeha Silêmanîyê ku pêk hatibû ji rêvebirên pişkên cotkarî, pizişkîya ajelan, kontrolkirina koalîteyê, gumrik, rênimayî û ciwanan û ceryanê ji derîyê sînorî yê Başmaqê derbasî Parêzgeha Kurdistana Îranê bû.

Şayanî gotinê ye ku Parêzgarê Silêmanîyê jî eva çend roj in ji ber pişkdarîya di Kongira Navdarên Kurd li Sinê ye.

Balyozê Iraqê li Îranê jî duh di hevdîtina digel Qayimeqamê Kirmanê de got ku armanca ew e ku em asta danuistandina bazirganî di navbera Îran û Iraqê de bigihînin 20 milyon dolarî di salê da.

Seid Cewad Qendîl herwiha got ku di rewşa niha da ku Amerîkayê jibo Îranê pêk anîye, welat û gelê Iraqê li rex gelê Îranê ye.

Başa dön tuşu