ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Îranê: Me nehiştiye ku Amerîka bigihêje armancên xwe

Wezîrê berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li warê berevaniya ji xwe û parastina ewlehî û aştiyê li navçeyê bi ser ketiye û nehiştiye ku Amerîka li navçeyê armancên xwe bi dest bixe.

Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevaniyê yê Îranê êvara sêşemiyê li bernameya “Tîtra Îşev“ ya kanala navneteweyîya Xebera Îranê bi gotina viya ku Înqilaba Îslamî mezintiya Amerîkayê li navçe û cîhanê şikand, got: Roja îro Amerîka difikire ku her derê here wê têda bimîne; Lê amerîkî her dera ku çûn gelê wê derê bi heqaretê ewna avêtine derê.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişande ser girêdayîbûna pêşeya leşkerî ya Îranê bi biyaniyan di serdema berî serketina Înqilaba Îslamî da û got: Niha gelê Îranê bi siya serxwebûn û berxwedana li hemberî zext û zoran li warê pêşeyên leşkerî da palpiştiya bi kesî nake.

Sertîp Dêhqan bi gotina viya ku Îran dikare hemî hewcetiyên xwe yên leşkerî li gorî gefan dabîn bike û ev yek pêkhatî ji vîn û iradeya gelê Îranê ye, bi bîr xist: Doktorîna berevaniyê ya Îranê li ser esasa pêşîlêgirtina bibandor e.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha pergala Komara Îslamî ya Îranê pêkhatî ji vîn û xwesteka gel da zanîn û got: Berevaniya ji welatê xwe û welatên din ên îslamî Wacib e.

Sertîp Dêhqan her wiha bi gotina viya ku hebûna Rêjîma Siyonîst hokara bêewlehiyê li navçeyê ye, got: Niha gefa nêzik li ser navçeyê hebûna têrorîstên tekfîrî yên bin sîvana piştgiriya amerîkî, israîlî û hinek ji welatên ereb ên navçeyê ji wan Erebistanê  ye. (bangê îslâmi)

Başa dön tuşu