IraqNûçeRojhilatanavin

Dewleta Iraqê hemî hewldana xwe jibo vegeriyana hemî awareyan bo navçên xwe bi kar tîne

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina bi taximek ji xiristiyaniyan li Mûsilê hêvî kir û hemî aware li her ol û mezheb û etnîkekê vegerin malên xwe û got : Divê jiyana biaşitî dubare  navbera  xelkê parêzgeha Neynewayê destpê bibe.

El-Ebadî her wiha ser yekitiya netewê Iraqê tekez kir û got : Wek berteka li hember  êrişên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê divê hemî çîn û qat û qewm û etnîk li kêleka hev bi yekitî û hevdiliyê jiyan bikin .

Her wiha serokwezîrê Iraqê, bal kişand ser erka dewleta Iraqê bo parastina  welatiyên  vî welatî û destnîşan kir: Cida ji  mesela olê, divê hemî çîn û qatên  gelê Iraqê xizmet bên gîhandinê.

Heyder Ebadî duh yekşemiyê gihêşt  Mûsila  navenda  parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê û azadkirina  tam a vî bajarî ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞê raghand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu