Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina bi taximek ji xiristiyaniyan li Mûsilê hêvî kir û hemî aware li her ol û mezheb û etnîkekê vegerin malên xwe û got : Divê jiyana biaşitî dubare navbera xelkê parêzgeha Neynewayê destpê bibe.
El-Ebadî her wiha ser yekitiya netewê Iraqê tekez kir û got : Wek berteka li hember êrişên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê divê hemî çîn û qat û qewm û etnîk li kêleka hev bi yekitî û hevdiliyê jiyan bikin .
Her wiha serokwezîrê Iraqê, bal kişand ser erka dewleta Iraqê bo parastina welatiyên vî welatî û destnîşan kir: Cida ji mesela olê, divê hemî çîn û qatên gelê Iraqê xizmet bên gîhandinê.
Heyder Ebadî duh yekşemiyê gihêşt Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê û azadkirina tam a vî bajarî ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê raghand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)