CîhanNûçe

Dewleta Kolombiyayê ji bo endamên FARCê efû derxist

Kongreya Kolombiyayê di çarçoveya peymana aştiyê de efû ji endamên Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) re derxist.

Herdu baskên kongreyê Meclisa Nûneran û Senatoyê ji bo endamên Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku tevlî sûcên giran nebûne efû derxist.

Li gorî qanûna efûyê, îsyankarên ku tevlî sûcên şerî û îhlala mafên însanî bûne wê ji efûye îstîfade neke. Gelê Kolombiyayê di Cotmeha 2016an de peymana ku di navbera hikûmetê û FARCê de hatibû îmzekirin bi referandumê red kiribû. Herwiha hikûmet û rêxistina FARCê di 24ê Mijdarê de peymaneke nû îmze kirin û ev peyman di 30ê Mijdarê de di Meclisa Nûneran de hatibû qebûlkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu