Dewleta Sûrîyê ragihand ku ji bo wergirtina awareyên sûrî yên bixwazin ji urdinê bizvirin, amade ye.
Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA) îro ragihand ku derîyên sînorî yê Nesîbê di navbera vî welatî û Urdinê de ku dewleta Sûrîyê di meha Tîrmehê de ew ji lepên têrorîstan azad kir, ji bo wergirtina awareyên sûrî yên ku dixwazin ji Urdinê bizvirin welatê xwe amade ye.
Derîyê sînorî yê Nesîbê li parêzgeha Derayê li başûra Sûrîyê ye. Di salên qeyrana li Sûrîyê de milyonek û 400 hezar awareyên sûrî hawara xwe birine Urdinê.
Ji hêla din ve, artêşa Sûrîyê piştî azadkirina mezargeha Şêx Hisên li çola parêzgeha Suweydayê, dor li têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê li devera Tilwel Sefayê girt. Di navbera her du alîyan de pevçûn derket ku di encamê de gellek têrorîst hatin kuştinê.