ÎranNûçeRojhilatanavin

Dewleta Tirkiyê berpirsa parastina ewlehiya ajovanên îranî ye

Birêvebirê giştî yê tranzît û deriyên sînorî ya saziya Tranzît û Cadeyên Îranê, dewleta Tirkiyê berpirsa parastina ewlehiya ajovanên îranî da zanîn.

Birêvebirê giştî yê tranzît û deriyên sînorî ya saziya Tranzît û Cadeyên Îranê, Mihemedcewad Etirçiyan roja şemiyê, 18`ê Hezîrana 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê li bara şewitandina 2 kamyonên din ên îranî li nav axa Tirkiyê, got: 15 kamiyonên îranî li Tirkiyê hatine şewitandin û dewleta vî welatî divê berdêl anku xisareta wan bide.

Birêvebirê giştî yê tranzît û deriyên sînorî ya saziya Tranzît û Cadeyên Îranê, ji dewleta Tirkiyê xwest ku ajovanên îranî li nav axa wî welatî tev parêzvanan xebata xwe bidomînni ta ji viya zêdetir can û malê wan nekeve ber xeterê.

Etirçiyanî got: Tevî hebûna guhertinên vê dawiyê li nav axa Tirkiyê hatûçûna kamyonên îranî ji riya deriyên sînorî ligel Tirkiyê bi awayekî asayî didome.

Çarşemiya heftiya buhurî du kamyonên îranî li rojhilata Tirkiyê li cadeya Duxo Bayîzîd-Çaldiran-Wanê li nêzikî sînorê Îranê hatin şewitandin, lê tu ziyanek negihîşte şofêrên van du kamyonan.

Tevî xebatên ji bo wergirtina berdêl û xisareta ku li kamyonên îranî ketiye, heta niha dewleta Tirkiyê tu pêngavek ji bo dayîna berdêl û ziyan û xisaretê bo xwediyên kamiyonên îranî ku li nav axa vî welatî kamiyonên wan hatine şewitandin, ranekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu