EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan terorîstên fransî li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin

Bingehên ser bi polîsê Fransayê ragihandin ku bi sedan terorîstên firansî li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin.

Li gor rapora rojnama Le-Figaroya Fransayê, Bingehên ser bi polîsê Firansayê ragihandine ku zêde ji 200 terorîstên ku ji xelkê vî welatî ne li şer û pevçûnên di nav axa Sûriyê û Iraqê hatine kuştin.

Bingehên ser bi polîsê Fransayê li vî halî destnîşan kirine ku helbet hejmara terorîstên firansî yên ku li nav axa Sûriyê û Iraqê ne dikare zêdetir bibe.

Li gorî raporên herî dawiyê, nîzikî 700 terorîstên Firansî li nav Sûriyê û Iraqê ne ku Manoêl Wals serokwezîrê Firansayê 11`ê Îlonê ragihand ji van 700 terorîstên firansî yên ku çûne nav Sûriyê û Iraqê 275 jin in û bi dehan kesên din jî mêr in.

Bêrnard Kazonu wezîrê karên hundir ê Fransayê jî li payîza sala 2015`an ragihandibû ku pênc hezar ji xelkê Ewrûpayê endamê grûpên terorîstî ne yên ku li nav axa Sûriyê û Iraqê xelkê dikujin ku para pirtir a van terorîstan ji welatên wekî Fransa, Alman, Ingilîs, Ispaniya û Swêdê ne.

Dewleta Fransayê li destpêkê alîkariyên abûrî û çek û sîlahî daye grûpên terorîstî û bi taybet grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û roja îro DAIŞ ji bo Fransayê wekî gefeke mezin a terorîstî tê hisab.

Ji Çileya sala 2015`an va heta Hezîrana sala 2016`an li Fransayê sê êrişên terorîstî qewimîn ku ji ber van êrişan zêde ji 230 welatiyên fransî bûne qurbanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu