İslami Davet Kurdi Bange İslami

Dewleta Trump piştgirê terorîzmê ye ne Îranê

Nivîskar û analîzorê bi nav û deng ê misrî bi weşandina nivîsarekê destnîşan kir ku dewleta Donald Trump serokkomarê niha yê Emerîkayê û dewletên berê yên vî welatî piştgirê terorîzmê ne.

Li gorî rapora Tesnim News`ê, El-Şehat Şeta li meqaleyekê  bi vî navê ku “ Gelo çima Trump Erebistan nedanî nav lîsteya welatên ku  çûyîna  welatiyên wan nav axa Emerîkayê hat qedexekirin“ û nivîsî: Trump heft welatên  Îslamî danî nav lîsteya  qedexetiya çûyîna  welatiyên  wan bo Emerîkayê, lê nizane ku Emerîkayê ne tenê  li van welatana  terorîzm pêk anî belkî ev welatana bixwe jî  ji terorzîma emerîkî-siûdî aciz bûne.

Wî li vê nivîsarê ku  li navenda nûçeyan a El-Meselê ya Iraqê hat weşandin got: Trump dewsa dayîna xerametê bo van welatana ji ber piştgiriya Emerîkayê ji terorîzmê li wan, çûyîna welatiyên van welatana bo axa  Emerîkayê qedexe kir.  Serayî wana , Trump welatê terorîzmê (Erebistan) wek xîmdarê herî mezin  û piştgirê terorîzmê li cîhanê nedanî nav  lîsteya  wan welatan.

Her wiha Eyan Papê mamosteyê dîrokê û nivîskarê pirtûka  “Paqijkirina nijadî ya filistîniyan“ ser vê bawerê ye ku  derxistina  navê Erebistanê ji lîsteya  welatên ku  welatiyên wan îzna  çûyîna nav Emerîkayê tine ji aliyê Trump va ne tê vê wateyê ku  Waşîngton vegeryaye siyaseta xwe ya berê  ku çavên xwe ser cinayetên  hevpeymanên xwe girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version