EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Dewra nû ya gotûbêjên sûrî-sûrî heya du hetanî sê heftên din birê nakevin

Rêxistina Netewên Yekgirtî li daxûyaniya xwe ragihand ku gotûbêjên aliyên sûrî heya du-sê heftên dinê bi rê nakeve.

Li gor rapora ajansa Fransayê, Stefan Dî Mîstora nûnerê taybet ê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê li daxûyaniya xwe de ragihand ku gotûbêjên navbera aliyên sûrî hetanî 2-3 heftên din bi rê nakevin.

Li gor vê raporê Dî Mîstora li gotinên xwe yên civîna Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihandibû ku eger xebat bêne kirin ku dîsa gotûbêjên navbera aliyên sûrî birê keve, dikare pêşketineke baş li siyaseta çareserkirina krîza Sûriyê ji riya dîplomatîk bikeve dest.

Li gor rêketina di navbera Amerîka, Rûsiya û dewleta Sûriyê de eva mudeheke ku agirbes navbera aliyên sûrî li birek ji bajarên Sûriyê bi rê ve diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu