AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Dezgehên gaza CNG bi sîstema elekteronîk ên vergirtina pare pergal dibin

Ewil sîstema elekteronîk a vergirtina pare li ciyên gazlêxistina CNG`yê ya Îranê bi beşdariya birêvebirên kompaniya Îran Kîşê ya hasilên niftê û kompaniya Gazê hate bikaranîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ewil sîstema elekteronîk a vergirtina pare li ciyên gazlêxistina CNG`yê duh çarşemê bi hizûra birêveberên kompaniya Îran Kîş, Kompaniya netewî ya berhemên niftî û kompaniya CNG`yê li gazxana Şehîd Himet a Şehriyarê birê ket.

Hatiye ragihandin ku ev sîstema bona kemilandina ekosîstema paqij hatiye danîn û karbidestên îranî ragihandin ev teknolojiya niha xwecî bûye.

Yadgar birêveberê kompaniya Îran Kîşê li bara vî terhî got: Niha sîstema gazxanên CNG`yê li Îranê wezîfedar in ku du standardan berçav bigrin, yek sîstema standard a parevergirtina elekteronîk û ya din jî standarda HSe ya kompaniya netewî ya berhemên niftî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu