IraqNûçeRojhilatanavin

Konsilê Kiwêtê li Silêmanî yê ye

Konsilê giştî yê Kiwêtê gihîşte Silêmaniyê û serdana avahiya politburoya YNKê kir.

Îro roja yekşemê 13-1-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, di baregeha politburoya YNKê de, endamê desteya kargêrî ya politburoya YNKê Hakim Qadir pêşwazî li konsilê giştî yê Kiwêtê li Herêma Kurdistanê Dr. Omer Elkenderî û şandeya bi wî re kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa giştî li Herêma Kurdsitan û Êraq û navçeyê şirove kirin û girîngiya peywendiyên Herêma Kurdistanê û dewlta Kiwêtê anîn ser rojevê û tekez li bihêzkirina peywendiya her du aliyan.

Her weha di wê civînê de, Hakim Qadir daxwaza vekirina navnedeke rewşenbîrî li konsilê giştî yê Kiwêtê li Herêma Kurdistanê Dr. Omer Elkenderîkir tako bêhtir bi çand û huner û dîroka gelê Kiwêtî û Kurdî aşne bibin.

Başa dön tuşu