ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Seyyid Îmam Elî Xameneyî li ser şopandin û darizandina sebebkarên cinayeta têrorîstî ya li Ehwazê

“Bûyera tehl û diltezîn a şehîdbûna komeka xelkê Îranê li şarê Ehwazê bi destê têrorîstên kirêgirtî, careka din hovîtî û qirêjiya dijminên gelê Îranê aşkira kir”.

Koma têrorîstî tekfîrî ya El Ehwaziyê ku ji aliyê London û Riyazê va tê piştgirîkirin, roja Şemiyê ji parkekê li kêleka cihêî lidarxistina rijeya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê gulle berda ser temaşefgerên vê rêûrismê. Li vê êrîşê herîkêm 25 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar.

Rêberî Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî li pey vê êrîşa têrorîstî bi peyamekê tevî diyarkirina hevderdiya xwe digel malbatên şehîdên vê bûyera têrorîstî destnîşan kir: Saziyên berpirs ên ewlehkariyê erkdar in ku bilez û bi diqet bermayiyiyên cinayetkaran bişopînin û wan bispêrin destê bihêz ê Saziya Dadweriya welêt.

Hezretê ayetullah Xamineyî li vê peyamê her wiha got: Ev kirêgirtiyên dilreq û bêrehm ku gulleyê berdidin ser jin û zarok û gelê bêguneh, ser bi hema dawakerên derew û durû ne ku berdewam qala mafên mirovan dikin û dilên wan ên qirêj û tijî kîneyê nikare aşkirabûna hêz û şiyana neteweyî li rêûrisma hêzên çekdar tamil bike.

Pirsa herî girîng piştî her cûre operasiyona têrorîstî ev e eku hokarên wê çi kes bûne? Bêguman piştevana kiryara têrorîstî ya Ehwazê heman tevger in ku pêştir jî bi hevahengiyên Amerîkayê digel serokekî dewleteka paşverû li navçeyê ku berdewam piştgirê têrorîstên tekfîrî ye, şerûtiyên visa pêk anîne. Vê koma têrorîst sala pr jî êrîşî ser karwanê seredanerên navçeyên Rêwiyên Ronahiyê (Rahiyanê Nûr) kiribû. Ji hêla Komara Îslamî ya Îranê va bi tu awayî nayê qebûlkirin ku berdevkê koma têrorîst a El Ehwaziyê îzna xwe hebe ku berpirsiyariya vî karê têrorîstî ji riya kanaleka têlêvîziyonî ya li Londonê ragihîne.

Amerîka û Erebistan hevdeng û hevrê digel Rêjîma Siyonîst li navçeyê bi damezirandina komên têrorîst û piştgiriyên aşkira û nihênî ji wan dil hene nexşeyên xwe yên kirêt li navçeyê cih bînin. Vê sêgûşeya bixeter Rojavaya Asyayê kiriye qada şerxwaziyên xwe yên têrorîstî.

Wisa ku Rêberî Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li peyama xwe aşkira kir: “Cinayetên vana dewama komploya dewletên destnîşankirî ji aliyê Amerîkayê va li navçeyê ye ku armanca wan pêkanîna nearamiyê li Îranê ye”.

Tu şik û gumanek tune ku serdestî û serxwebûna pergala Komara Îslamî ji hegerên sereke yên dijminatiya Amerîkayê bi gelê Îranê ra ye. Bûyera têrorîstî ya roja şemiyê di rewşekê da ku DAIŞ û komên têrorîstî û tekfîrî li Iraq û Sûriyê tûşî derbên giran bûne; analîzeka ron û zelal ji armancên piştevanên têrorîstan û tevgerên wan li dijî Îranê raber dike. Roja îro komin di bin sîvana piştgiriya Amerîkayê da ne nku pêştir navê wan di lîsteya rêxistinên têrorîst ên Wezareta Karên Derve ya Azmerîkayê da bû. Ev kom bi rihetî cinayetan dikin û bêyî tu tirsekê cinayeta xxwe didomînin. Trumpê serokomarê Amerîkayê li halekî ku Erebistan li paş perdeya kiryarên têrorîstî û zêdegaviya tekfîrî da ye, bi paşayê vî welatî ra Reqsa Şûrê lîst.

Robêrt Fantîna (ROBERT FANTINA) Lêkolê mafên mirovan ji welatê Amerîkayê tevî amajeya bi dijheviyên aşkira li siyasetên Amerîkayê yên li warê mafên mirovan, dibêje: “Mafên mirovan li gorî Amerîkayê têkilliyeka rasterast bi derhatên niftê û berjewendiyên malî heye; Lewma her dema ku berjewendiyên malî yên Amerîkayê bên dabînkirin, li wê derê mafên mirovan wateya xwe heye”.

Ev liv û tevger ducûre ku riya çalakiya komên zêdegav xweş kiriye berdewam li halê dubarebûnê ne û heta wê demê ku ev nêrîna ducûre hebe, ewlehiya welatan û mafên mirovan, dibin goriyê berjewnediyên siyasî û berjewnediyên nerewa yên hêzxurtên cîhanê.

Komara Îslamî ya Îranê di bin bandora van liv û tevgeran dê nema tu şik û gumanekê derbarê siyasetên xwe yên bingehîn û mirovane bike û bêyî her cûre rawestan û şik û gumanekê dê ji bo zêdekirina ewlehî û aramiya navçeyê û têkoşîna dijî têrorîsmê têbikoşe.

Başa dön tuşu