IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina gora komî yên eskerên iraqî nêzikî Mûsilê

Çavdêra mafên mirovan li bara peydakirina gora komî ya hêzên polîsê Iraqê nêzikî Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê bakurê vî welatî agahî da.

Li gorî rapora  Anadolu Newsê, Çavdêra Mafên Mirovan roja înê ragihand ku grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê 300 hêzên polîsê Iraqê îdam kirine û meytên wan li navendeke  eskerî nêzikî Mûsilê li goreke  komî defin kiriye.

Li gorî ragihandina  Çavdêra Mafên Mirovan, grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê bi sedan polîsê Iraqê ku li îsreta vê komê de bûn, li meha Cotmehê îdam kirine û meytên  keşfbûyî li nêîzkî navça  Hemam El-Îlê jî ji wan kesên di îsareta DAIŞ`ê de bûn ku hatin îdamkirin.

Li gorî gotina Co Stork alîkarê beşa Rojhilata Navînê ya Rêxistina  Çavdêra Mafên Mirovan, endamên DAIŞ`ê divê bi tawana  cinayetên li dijî mirovahiyê divê werin mehkemekirin.

Pêştir jî hêzên iraqî du gorên komkî li bajarê Şerqatê ya parzêgeha  Selahedînê keşf kirin ku meytên nêzîkî 23 kesên sivîl li wir hatibûn definkirin ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu