FilistînNûçeRojhilatanavin

Birîndarbûna dehan filistînî bi destê eskerên Rejîma Siyonîstî

Li şer û pevçûna di navbera eskerên Rejîma Siyonîstî û cewanên filistînî herî kêm 25 filistînî li rojhilata Beytul-Muqedesê birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li şer û pevçûna duh îniyê di navbera eskerên Rejîma Siyonîstî û cewanên filistînî li bajarokê Ebodîsê li rojhilata Beytul-Muqedesê herî kêm 25 filistînî birîndar bûn.

Van rojana şer û pevçûna di navbera eskerên Rejîma Siyonîstî û filistîniyan zêdetir bûye.

Karbidestên filistînî ji civata cîhanî xwestine zextûzorên xwe ser Rejîma Siyonîstî zêdetir bikin ta ku ewna dest ji van cure cinayetên xwe berden.

Pêştir bingehên ser bi Rejîma Siyonîstî îdia kirin ku 3 filistîniyan duh êrişî polîsên Îsraîlê kirin û di bûyerê de 3 polîs birîndar bûn. Polîsê rejîma siyonîstî  ji gullên şêr û gazên hêstirêj li dij filistîniyan bikar anîn û rasterast ew dan ber gulleyan ku di encamê de 3 dilistînî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.Polîsên siyonîst herwiha gişt deriyên Mescîd el-Eqsayê girtin û nehêştin li wir nimêja înê were kirin.

Li gor ragihandina Al-Alamê wezareta tendirustiyê ya Filistînê şehîdbûna Bira Hemadeyê 18 salî piştrast kir.

Ji aliyê din ve medya rejîma siyonîstî ragihandin ku di êrişa filistîniyan de 3 polîsên îsraîlî birîndar bûn, lê belê ji ber kûratiya birînan 2 polîs mirin.

Bajarê Qudsê û Mizgevta El-Eqsayê ji dema despêbûna Întifazeya Qudsê ji despêka Cotmeha 2015 heya vê demê herdem bûye meydana şer û pevçûnê di navbera filistîniyan ji aliyekê û siyonîstên bajaroknişîn û eskerên siyonîst ji aliyê din ve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu