IraqNûçeRojhilatanavin
Di 5 rojên dawî de, 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî(NY) Stephane Dujarric ragihand, ji ber şerê di navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê de, di 5 rojên dawî de 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne
Dujarric di di daxuyaniyekê de wiha got: “Nivîsgeha Kordînasyona Xebatên Mirovî ragihandiye ku operasyonên vegirtina Mûsilê ji DAIŞê ji 29ê Berfanbarê ve hatiye zêdekirin anku ji dema destpêkirina qonaxa duyem a operasyona Mûsilê û di encamê de, 13 hezar iraqî di 5 rojên dawî de neçarî koçberiyê bûne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)