IraqNûçeRojhilatanavin

Di binkeyek DAIŞê yê Mûsilê de nîşaneyên vexwarina alkolê hatin tomar kirin

Hejmarek qotî û şişeyên vexwarina alkolê di binkeyek rêxistina tund a DAIŞê de hatin dîtin.

Hêzên dije teror a Iraqê û firqeya altunî di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de dest li ser binkeyeke DAIŞê yê Mûsilê de girtin, ku hejmarek bombe û cilûbergê leşkerî tê de hatin dîtin.

Herwekî ku di girteya videoyî de jî diyare, hejmarek qotî û şişeyên vexwarinên alkolî jî di binkeya DAIŞê de hatin dîtin, ku paşmayên rûniştinên çekdarên DAIŞê bûne.

Di binkeya DAIŞê de madeya kibrîtê hate dîtin, ku madeyeke bo çêkirina bombe û teqînan de tê bikaranîn. Herwaha dest li ser hejmarek nivîsên rêxistinî yên karên veşartî jî hatin danîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu