CîhanEwropaNûçe

Di dema dengdayîna bo referandûmê ya li Brûkselê de şer: 3 kes birîndarbûn

Di dema dengdayînê ya referandûmê bo guhertina destûra bingehîn ku li avahiya Serkonsolxaneyê ya li Brûkselê paytexta Belçîkayê pêk dihat de pevçûn derket. Li gorî agahiyên destpêkê bi kêrê 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin di navbera du komên dijber de di dema dengdayînê de şer derketiye.

Li gorî çapameniya Belçîkayê alîgirekî hikûmeta tirk 3 welatiyên ku bi eslê xwe kurd in birîndar kirye. Rewşa yek ji birîndaran ku ji zikê xwe birîndar bû ye xedar e.

​Piştî mudexaleya polêsên belçîkî, kesên birîndar bo derman kirine rakirine nexweşxaneyê.

Berdevkê polêsê Brûkselê İlse Van de Keere daxuyand ku bûyer gelek cidî ye û lêpirsîn dane destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu