Li bahra nêzî peravên Fasê roja borî 16 termên koçberanên biyanî hatin dîtin. Koçberên ku xwestine ji herêma Melîlla ya girêdayî Spanyayê derbasî Ewropayê bibin noqî avê bûne û jiyane xwe ji dest da ne.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê roja yekşemê duhî li peravên herêma Melîllayê 16 termên koçberan ji nav ava deryayê derxistin. Hat ragihandin di keştiya ku binav bûye de 47 koçber hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)